Bêhzad Qadirî Sikirtêrê giştî ê Yeketiya Ciwanên Demokrata Rojhilatê Kurdistanê ligel birêz Mistefa Ozçelîk Serokê Partiya Welatparêzên Kurdistan (Bakur) dîdarek pêk anî
Di vê dîdarê de Bêhzad Qadirî behsa dawî rûdawên Rojhilatê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê kir û ragehand: Girînge di vê demê de ku neteweya me li jêr gefa dagîrkeran de ye, ciwanên hemû beşên Kurdistanê yekdeng û yekhelwêst bin
Sikirtêrê giştî ê Yeketiya Ciwanên Demokrata Rojhilatê Kurdistanê amaje bi pêwîstiya çêkirina peywendiyekî tund di navbera Ciwanên Rojhilat û Bakur û beşên din ên Kurdistanê kir û got: li hemû deman zêdetir me hewcehî bi navendekê heye ku ciwanên nîştimanperwer ên xwedî hizra Kurdistanî li dora hev kom bikin
Di vê dîdarê de birêz Mistefa Ozçelîk Serokê Partiya Welatparêzên Kurdistan (Bakur) ragehand ku parta me dê hemû hewla xwe bide ku pêywendiyekî bihêz di navbera ciwanên Rojhilat û Bakurê Kurdistanê çê bibe û piştgîriya xwe û parta xwe bo nerizatiyên rojhilat û xebata Yeketiya Ciwanên Demokrata Rojhilatê Kurdistanê da xûya








