N: Sîna nûrî
Tevî zordestiyên herî hovane bi ewlehîtir kirin rewşa welêt û nemze kaurdistanê, xelikê bêzarbûyî ji wê rejîma xwîxwar û mirovkuj bi duruşmên mîna “Bimre dîktator” û “Mirin bo Xamineyî”, mirin û neman bo rejîma Komara Îlamî a Îranê bilind dikin, hemî ew tilismae şikandin ku rejîma îranê bi salane di pêxema wan tilismên han biyom de xelkî wî wilatî digre û dikuje û tepeser dike. Mirov dikare bêje ku bi derbasbûn salan ji xebata civatgeha azadîxwaz ya Îranê, ewa cara yekemîn bû ku bi avayekî han berfireh û yekgirtî û bi yek deng û yek reng, civatgeha Îranê hevdeng bi xelkê azadîxwaz û mafxwaz yê Kurdistanê re, li hember yek ji sîstemên herî dîktator yê di Rojhilata Navîn de anku rejîma axundî a Îranê senger digrin û daxwazkarê herifandina wê rejîmê û anîne serkara rejîmek demokratîk û Fediral in.
Her wiha berê di erdnîgariya Îranê de dîmenên bi vî rengî nehatibûne xeyalkirin lê niha ew dlmen bûye rojeva xwenîşandanên neteweyî û ev yek jî nîşan dide ku gelên li erdnîgariya Îranê ji tevahîya vê sîstemê û dîwarê tirsê ku rejîmê bi salan bû çêkiribû derbaz bûne û êdî gel bi tu avayekî paşve nawegere û şoriş û serhildana gelên Îranê yê heya gehîştin bi armancên xwe yên bingehîn anku azadî û serbestiya gelan û herifîna rejîma xumeynî û avakirina sîstemek demokratîk û gelî ku têde mafê tev gelên Îranê bihê dabîn kirin yê berdewam be.
mixabin di heyamê derbas bûyî de rejîma Îranê bo tolvekirin û çêkirina rewşek bi tirs û xof di civakê de û berdewamiya tepeseriyên zêdetir di îranê de, pêlek nû û berfireh ya darwekirina civanên wî wilatî birêve bir û rojane çendîn kesên azadîxwaz û mafxwaz yê Îranê û Kurdistanê bi taybetî ji aliyê dezgeha dadê a wî wilatî we cizayê darwekirinê bi ser wan de tê seandin û tên darwekirin.
Rejîma herwisan bo tolhildan ji wî xelkê mafxwaz û azadîxwaz bi awayekî berfireh dest bi girtin û kuştin û eşkence kirina tev tex û qatên wê civakê kirye û heya niha cuda ji şîpela îdamên rojane bi dehan ji kiç û zarokan di bin eşkenceyên di zîndanên rejîmê de canê xwe ji dest dane. Rejîmê bi rêkxistina dedgeha şorişê rojane sûçên bê wate û dûr ji rastiyan bi ser wî xelkê bê guneh de disepînin û wan îdam dikin.
Li gor raporên saziyên mafê mirov hejmara kesên ku têkildarî xwepêşandanên vê dawiyê hatine darvekirin gihişte zêdetir ji sed kesan. Mohsen Şekarî, Mecîdreza Rehneward, Mihemed Mehdî Kermî û Mihemed Huseynî beriya niha hatibûn îdamkirin.
Çend girtiyên din ên siyasî û olî di hefteyên borî de hatine bidarvekirin, ji wan jî îdamkirina Yûsif Mêhrdad û Sedrullah Fazlî Zare bi tohmeta ateîzmê û çalakvanê siyasî yê Ereb Hebîb Asiûd.
Di heman demê de, îdamkirina girtiyên nesiyasî jî leztir bûye, wek mînak li gorî rêxistina mafên mirovan Hahngao, hevdem ligel darvekirina sê xwepêşanderên ji Îsfehanê jî, 4 girtiyên din jî li girtîgeha Dastgerd hatin îdamkirin.
Birêveçûna pêlên îdamê di îranê di demekê de ye ku piraniya wilatên cîhanê hukmê îdamê li yasa û zagonên xwe de hilgirtine û li dijî darwekirina mirovanin. Di nava 195 wilatên cîhanê, 111 wilat bi tewahî hukmê îdamê di yasaya wilatên xwe de hilgirtine û rêve nabin. 7 wilat jî tenê di hin haletê taybetî de weke tawanên şerî cizayê îdamê birêwe dibin. 24 wilat jî cizayê Îdamê di zagonên xwe de helpisardine ku pêka amarên berdest di 10 salên derbasbûyî de tu cizayekî îdamê li wan wilatan birêve neçûne. Lê di 53 wilatên cîhanê cezayê îdamê heya niha jî birêve diçe ku îran di nava wan 53 wilatan de Piştî wilatê Çînê di rêzbenda duyemîn wilatê cîhanê deye bo rêjeya îdam kirinê.
Lê ger mirov mêzeyî zêdetir ji 40 sal deshilatdariya rejîma Îranê dike, tu dubînî ku wê rejîmê bi awayekî berdewam û hovane xelk serkût û îdam kirye, lê heya niha jî nekarye dengê azadîxwaziyê di îranê de kip û mat bike. Şoreşa jîna û bilindbûna dengê azadîxwazî û mafxwazî ya gelên Îranê bi awayekî berfireh û bi girseyî eyankerê wê rastiya han bû ku tepeserî û îdam û girtin û eşkence û zîndan nikare dengê azadîxwaziyê bifetisîne. Serhildana jîna bo heyamekî kurt jî be rejîma Îranê tûşî şokê kiri û lê dema bi xwe we hatin êdî bi avayek hovane û namirovane dest bi girtin û kuştin û îdam kirina xelkê xwenîşander kirin. Bi sedan kes kuştin. Bi hizaran kes birîndar û seqet kirin. Bi dehan hizar kes kirne kuncê zîndanan û di bin eşkenceyan de û bi dehan kes di bin wan eşkenceya de jiyana xwe ji dest dan. Maşîna xwe ya îdamê bi awayekî bêrehmae xiste canê wî xelkî û rojane çendîn kes tên îdam kirin.
Lê rejîma îranê dibe baş bizane ku herwek çavan di heyamê 44 salên derbas bûyî de îdam û girtina xelkê narazî nekarî civatgeha azadîxwaz ya îranê kip û bêdeng bike, belku roj bi roj hawara azadîxwazî li hember wê rejîmê bilnd û bilindtir dibe û ew îdam û tepeseriyane jî bi hawara wê rejîmê da nahêt û rejîm êdî di dawî temenê xwe nizîk dibe û îraeya azadîxwazî û mafxwazî ya gelên îranê yê serbikewe.